Skip to content. | Skip to navigation

Personal tools

Navigation

You are here: Home / 2022 / (Kurdish) Rêheval Şenol Sağaltıcı (Ferhad Erebo) û Ümit Tekin (Metîn Dîcle) Nemir in! Şerê me Berdewam e Hûn Nikarin MLKP’ê bidin Sekinandin!

(Kurdish) Rêheval Şenol Sağaltıcı (Ferhad Erebo) û Ümit Tekin (Metîn Dîcle) Nemir in! Şerê me Berdewam e Hûn Nikarin MLKP’ê bidin Sekinandin!

Komîteya Navendî ya MLKP’ê, 24’ê Îlonê 2022

 

 

 

Dijminê gelê me yê înkarok, mêtînger û faşîst, li Bakur, Rojava, Qadên Parastina Medyayê, Tirkiyê, li bin erdê, ser erdê li dijî şerê û li dijî lûleyên sîlaxên rêhevalên me yên nemir bêçare ye. Ji komkujiya Pirsûsê heta roja me ya îro MLKP’yê ya ku dixwaze tune bike, bi gotinên dijminên me yên weke “Rêxistineke dijwar” şerê xwe berdewam dike. Mirin, zindan, dorpêça faşîst, terora binçavkirinê û lêpîrsinên bi şkenceyan nikare beşa fidayî ya şoreşê bide sekinandin. Weke ku rêhavaş Şafak Kizildere yê ku li Serhedê teva hevalên xwe yên PKK’ê bû nemir gotiye “Hinek ji me di hûcreyên veşartî de, hinek ji me di cepheyan de, hinek ji me li kolanan di dest de belavok, hinek ji me di zindanan de, hinek ji me ki çiyayan û gelek ji me!”

 

Di ev şerê mezin, di ev şerê mecbûrî, di ev şerê exlaqî, di ev şerê birûmet û rewa de piştî rêheval Şafak Kizildere li Rojava rêhavalên me Şenol Sağaltıcı û Ümit Tekin şehîd ketin. Rêhavalên me dema ku ji bo erkeke şoreşger di rêwîtiyekê de bûn rastî êrîşa faşîst, înkarok, mêtînger a Komara Tirkiyê hatin.

 

Kurê mêrxas ê gelê me yê Ereb Şenol Sağaltıcı, bi navê partiyê Halîl Okan Boyuneğmez di dîroka 28’ê Tebaxê de li navçeya Samandağ a girêdayî Hatayê ji dayik bû. Partiyê me di sala 2000’an de dema ku hîna şagirtê bekeloryayê bû di bîranîna şehîd Mehmed Latîfecî ku di gundê wan de hatiyê rêxistinkirin nas kir. Hema piştî demeke kin di nav grûpên perwerde yên komûnîstan de cih girt. Rêhaval Şenolê ku di sala 2021’an de bû endamê Rêxistina Ciwanên Komûnîst çi di bekelerya de be, çi di nav gel de be xebata siyasî meşand. Di heman serdemê de di karê veşartî de, di karê çapkirin û belavkirina rojnameya veşartî ya partiyê de erk girt ser milê xwe.

 

Rêheval Şenolê ku xebatên xwe yên şoreşger li zanîngehê jî berdewam kir, di salên xwe yên zanîngehê de di rêxistinên girseyan û komeleyan jî erk girt ser milên xwe. Di salên 2005 û 2006’an li bajarê Hatayê weke berpirsiyarê ciwanan rêbertî ji têkoşîna ciwanan re kir. bi awayekî bêhejmar hat binçavkirin, rastî tade û zilma polîsan hat, lê li hember van tu carî nesekinî. Di sala 2007’an ku Wek doxtorê veteriner zanîngeh qedand weke fermî bû endamê MLKP’ê. Rêheval Şenol di navbera salên 2008 û 2011’an de xebatên xwe yên şoreşger li Stembolê di qada ragihandina sosyalîst de meşand. Di derheqê wî de dozên bêhejmar hatin vekirin, hikmên hepsê hatin dayin. Li hember van êrîşan rêhaval Şenol weke bersiv berê xwe da qadên azad. Ji bo ku karibe li hember dijmin bi amûrên zorê şer bike çû Akademiya Hüseyin Demircioğlu. Derveyî perwerdeyên leşgerî li qadên azad sê meh tevlî perwerdeyên tendurîstî bû.

 

Rêheval Şenol di sala 2012’an de dema ku şoreşê dest pê kir, ji parastina şoreşê û fêbûna ji şoreşê di nav mufrezeya pêşeng a duyemîn ku diçû şoreşa Rojava de cih girt û 6 mehan fermandariya vê mufrezeyê meşand. Piştre her çiqasî ku wî dixwast di qada leşgerî de cih bigire û ne li gorî xeyalên wî be jî hestên xwe bi zanebûna berpirsiyartî û erkan bi rê ve bir û xwe nezirî pêwîstiyên qada tendurîstî ya Rojava kir. Di pêvajoya destpêkê ya herî zor û kêmbûna rêxistinî de heta 3 salan bi hewldaneke sermirovî û enerjiyeke mezin di rêxistina tendurîstî ya Rojava de xebitî. Gelê Rojava Doxtor Ferhad li wir nas kir. Xebatên berpirsiyartiya mala mala birîndaran, doxtorî û rêxistinbûnê meşand. Di dawiya saleke ji vê pêvajoyê weke berpirsiyarê Nexweşxaneya şehîd Xebat a Qamişlo erk girt ser milên xwe. Serdema piştî vê ji bo ku bi awayekî giran birîndar bû di xebatên rêxistinên leşgerî yên polîtîk û eniyên şer de derbas kir. Erkên weke fermandarê tîm û taximan meşand. Di hamleya Minbiç de di grûpên pêşî yên hamleyê de weke fermandarê grûpê di 25’ê Hezîranê de dema ku di destpêka bajêr de bi giranî birîndar bû. Rewş bi awayekî berxwedanî pêşwazî kir. Piştî ku ew êdî gîhaşt tenduristiya xwe jî di xebatên rêxistinên leşgerî û rêxistinên polîtîk ên girseyan de erkên rêveber ên cûda girt ser milê xwe. Rêheval Şenol Sağaltıcı bi navê partiyê Halîl Okan Boyuneğmez ji sala 2012’an de heta niha ji bo parastin û avakirina şoreşa Rojaba, ji bo tevlîbûna gel û ciwanên Ereb, ji bo hildana ala sosyalîzmê ya gelên Rojava enerjî, daneheva û tecrûbeyên xwe yên şoreşger heta dawiya hêza xwe seferber kir. Çawa ku bikarnehatina destekî rêheval Koray li ber wî nebû astengî, lingê wî yê ku careke din venegeriya rewşa xwe ya berê li ber rêheval Ferhad nebû astengî. Wî di raporeke ku di 7 meha 10’an a 2015’an de nivîsandbû wiha digot. “Ji dema ku ez hatime çiya heta niha pêşketina min a di milê sîlaxan de ez xurt kirim, bergeha min berfireh kir, baweriya min a têkoşînê hîna xurtir kir” di tu qadan de min di xwe de ew qas pêşketin netîtibû, gava ku min tiştê ku ez dikarim di vê qadê de bikim dît, lêhûrbûn û xwesteka min a vê qadê zêdetir bû hîna zêdetir dibe. Bi taybetî geşedanên siyasî yên dawî û pêwîstiyên partiyê dema ku bibe mijara gotinê xwesteka min a di vê qadê de hîna xurtir bûye. Xweseteka min û hêviya min ji partiyê ew e ku di vî milê de pêşiya min veke, pratîka min jî wê li gorî vê bibe” Rêheval Şenol wek doxtor Ferhad jî, wek fermandar Ferhad jî her tim xwest ku pêşeng û fermandarê şerê mezin û li dijî mêtîngêriya înkarok rêxistinên mezin lidar bixe. Wek têkoşerê xata partiyê, wek mirovê erkan, wek rêheval li hember xwe li dijî pratîkên xwe her tim rexneyî nêzik bû û di nav lêgerînên avêtina gavên pêşîn bû. Girêdana xwe ya li dijî şehîdên nemir her tim bilind kir.

 

Şevanê welatperêz ê sosyalîst ê gelê Kurd rêheval Ümit Tekin bi navê partiyê Çirûsk Azad di 18’ê Cotmeha 1995’an de li gundê Ambar ê Merdînê ji dayik bû. Ji malbeteke girêdayî mezheba şafî ya gelê me yê Kurd bû. Dema ku malbata wî ji ber şer şert û mercên aborî yê ku encama mêtîngêriyê bû koçber bûn ew hîna 1 salî bû. Rêheval Ümît Tekînê ku li Ceylanpinar-Urfa mezin bû di sala 2013’an de ji bo zanîngehê çû bajarê Sewasê. Mamestetiya exlaqa olî û zanebûna exlaqî xwend. Di sala 2014’an de qeyda xwe ya zanîngehê bir Amedê. Piştî mehên komkujiya Pirsûsê ji bo ku ciwanên komûnîst nas bike gav avêtin. Binçavkirina xwe ya yekemîn di yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê de li Qiziltepe jiyan kir. Di bin çavan de rastî şkenceyan hat. Piştî ku ji bin çavan derket li Amedê wekî berpirsiyarê ciwanên sosyalîst xebitî. Di heman pêvajoyê de di xebatên polîtîk ên girseyan de jî cih girt. Di vê demê de bi mehan rastî taqîbên nêzik ên polîsan hat, rastî teror û şerê psikolojik hat. Di çileya 2017’an de dîsa hat binçavkirin û şkenceyên giran dît û hat xistin zindanê. 10 meh di hepsê de ma, tewşbûna ku despêkê de jiyan kiriye bi lêz derbas kir, erkên hundirîn girt ser milên xwe. Berê xwe da kolanan. Di gulana 2018’an de li Amedê li ser erkên xwe yên şoreşger bû. Di meha Tebaxê dederbasî Stembolê bû, karê siyasî meşand. Li ser bangawaziya partiyê berê xwe da qadên azad.

 

Di payiza 2018’an de li Rojava bû di rapora xwe ya yekemîn de wiha dinîvîsand “Ji mehan Cotmeh e, meha ku rêheval Erdal li ser cisir ji bo ku damezrandina partiyê îlan bike bi çalakiya xwe bedena xwe zivirind kir mertal, meha ku rêheval Erdal navê partiyê bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand, Rêheval Erdal dawî nebû. Her rêhevalek me dema ku diçe mirinê, bi têkoşîna xwe ya ku çawa bi ser kemasiyên xwe de diçin, û çawa afirandina xwe ji me re mîras hiştin. Her şehadetek weke rastiyekê dizivire bangawaziyeke ku her carê li wacihê yê ku sax dîmînin. Di bingeha vê bangawaziyê de mirov tenê bi pratîkeke raxneyî û bi fêrbûna ji partiyê dikare rê bimeşe. Çawa ku dema ku ez hatim vir min gelek bersivên pirsen xwe di axaftina rêheval şehîd Sarîn de dît, ez ê di dema pêş de jî ez ê di wan de li bersivên pirsen xwe bigerim”. Rêheval Ümît Tekîn rêyên Rojava wiha meşiya. Hewldana guhertina xwe bênavber berdewam kir. Weke pêwîstiyên erkên rêveber ku girtîne ser milên xwe bû kedkarê pêşxistina zanebûna, disîplîn, fêrbûnê. Hewldana xwe ya fêrbûnê mezin kir. Rêheval Çirûsk Azadê ku çawaniya kadrobûna welatperêziya sosyalîst bi teşeke mînak xurt kir di rêxistinbûna komûnîstên Rojava de, parastina şoreşê de, di avakirina şoreşê de, ji bo bilindkirina ala sosyalîzmê li Rojava rolên gelek girînk lîst. Gelê Rojava bi navê xwe yê xebata polîtîk a girseyan heval Metîn bi hemû hêza xwe, xwe nezirandina şoreşê nas kir.

 

Ji ber hatin qetilkirina rêhevalên me yên Halil Okan Boyuneğmez û Çirûsk Azad êşa me mezin e. hêrsê me li ser piyan e. Bila mêtîngehiya faşîst a înkarok baş zanibe ku, em dayina bedelên şer qebûl dikin, xerimandina bedelan, bênavber berdewamkirina têkoşînê deynê stûyê me ye.

 

Xeyalên Rêheval Şenol û Ümît rêberê me ne!

Bijî şoreşa yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyê!

Bijî Şoreşa Herêmî!

Ji bo serkeftina şoreşe bijî MLKP’ê

 

Document Actions