(Kurdish) WÊ CENAZEYÊ KAPÎTALÎZMÊ ŞOREŞ RAKE
Kapîtalîzm di qeyraneke hebûnê de ye û ev qeyran bi vîrûsa korona re têr kûr dibe. Burjuvazî ji bo ji vê qeyranê derkeve tevdîrên xwe çêdike. Beşên rewşenbîrên burjuvaziya biçûk banga xilaskirina kapîtalîzmê dikin. Me jî weke Marksîst-Lenînîst an bangek kirina li çîna karkeran û bindestên cîhanê erk û perpirsyarî dît û ev manîfesto amade kir.
WÊ CENAZEYÊ KAPÎTALÎZMÊ ŞOREŞ RAKE
Kapîtalîzm berî şewbê jî di qeyraneke mezin de bû. Pergala sermiyan a ku li aliyekî ji bo bi milyaran mirovan xizantî, bêkarî û mirin li aliyekî din jî ji bo kulmek kurtêlxur dewlemendiyeke dêwasa dida hev di mezinbûyinê de zorî dikişîne, her ku zor lê tê jî hîn bêhtir newekhevî hildiberand. Şewbê, hemû nokakiyên pergalê hîn jî bêhtir tûj kir. Pêşî bi rêya bêdaristan kirinê vîrûsên kujer ji jiyana kûvî hatin kişandin jiyana civakî. Ligel hemû hişyariyan piştî çend mehan dest bi têkoşîna bi şewbê re hat kirin. Dema ku şewbê dest pê kir jî xizan ji xizmetên pêwîst ên bergir û tedawîkirinê bêpar hatin hiştin. Heya bi nifûsa kal û pîr ku dê nedikare hilberîne û bimezixîne rasterat hat berdan mirinê. Bi navê parastina dûrahiya fîzîkî li gelek cihan qedexyên derketina derve hatin îlankirin encax sazgeh, şantiye, kanza, kargehên ku bi hezaran mirov tê de li gel hev dixebitin bi qasî ku gengaz bû vekirî hatin hiştin, bi sed milyonan mirov bi girseyî şandin mirinê. Li cihên ku berdewamkirina hilberînê ne gengaz e jî bi milyonan mirov ji kar hatin avêtin. Jin di karantînayê de bi şîdeta zilam û mêtîngeriya zayendperest re rû bi rû man. Dewletan hema hema hemû pakêtên xwe yên bi trîlyon dolaran ji bo şîrketan xilas bikin hilanîn. Piştgirî û alîkariyên ji karker û kedkaran re hatine peyde kirin ji hêştir ne guh e.
Pêvajoya şewbê careke din nîşanî me da ku pergala kapîtalîst a yekdestî û dewletên burjuvayî qabiliyetên çareserkirina pirsgirêkên ku bixwe ava kirine bi giştî winda kirine. Dema ku ji bo her kesan bi çavan hat dîtin ku burjuvazî ji bo mirovahiyê barekî ku pêwîst e ji piştê bê avêtin e, baş derket holê ku yê kedê diafirîne û zêde dike ne makîne, peyaner, bank in, tenê û tenê çîna karkeran e. Dîrok anha bi dengekî hîn xurtir bang li karkeran dike ku bibin pêşengên civaka nû û weke gorvedêrên kapîtalîzmê dest bi tevgerê bikin, hemû kedkar û bindestan li dora xwe bike yek.
Hevkariya çînan ne mirovahiyê, sermiyan xilas dike
Îro yekdestiyan, burjuvaziya cîhanê û dewletên burjuvayî tirsa soreşê girtiye. Xuya dike ku çînên navîn û bi taybetî astên rewşenbîr ên burjuvaziya biçûk ku ji pergalê xwedî dibin jî ketine tirsa parastina pergalê. Aliyekî rastiya bingeha amadekariya proleteryaya cîhanê û amadekariya bindestan a şoreşê bêbandor kirina vê bîrdozî û polîtîkaya hevkariya çînan a lîberalîzma çep e.
Xeyalê ku bîrdoziya hevkariya çîn an xwe dispêrê, digêhêje hin tawîzên ku di serdema piştî şerê parvekirina emperyalî ya duyemîn de li Ewrupa sermiyanê yekdestî daye proleteryaya xwe. Lê tiştê ku ev tawîzên hanê pêkan kir, ne “mirovheziya” kapîtalîzmê ye, tirsa astengkirina bandora şoreşger a Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan û bi giştî bandora şoreşger a ku wê hebûna kempa sosyalîst li ser proleteryaya welatên emperyalî ava bike bû. Îro çîna sermiyanê ji van hemû “astengiyan” qut bûye. Kapîtalîzm, di bin zexta qeyranên çarenûsa wê ne û sûkên ku tine dibin de bi ajoya kara mezintirîn de gîhaşt asta xwe ya dawîn a êrîşkeriyê. Êdî ne bi pêş ve çûyinê, wekî ku “ bi teqîna hundir ve” dikare mezin bibin. Rêjeyên kar ên weke dîrokî kêm dibin zor li kapîlazma yekdestî dikin ku karên bi dest dixe ji hilberîna ji nû ve bêhtir biherikîne sûkên sermiyan ên xeyalî ku bi çopandina pêşerojê re têkildar in, heyîn û xizmetên gelemperî bike bazarê,mafên civakî, siyasî û sendîkayî bikesixîne, dagir bike, proleteryaya welatên hêza kar a erzan bi şiklê herî dilneşewat mêtîn bike, xwezayê bêsînor talan bike.
Dema mirov di vî alî re binere, heta ku milkiyeta amrazên hilberînê û desthilatiya siyasî di burjuvaziyê de be têkoşîna “kargeha demokratîk” tena serê xwe ne armancek e, encax û encax di bingeha têkoşîna bidest xistina desthilatiyê de dikare wateyekê bide. “Konseyên (meclîs) karkeran” encax di vî alî de, weke amûreke venêrîna çîna karkeran li ser hilberînê û piştre jî weke derbasbûyina bidest xistina desthilatiyê dikare erk bibîne. Kapîtalîzm ji ber şikleke hilberîna wiha ye ku hemû têkiliyên hilberînê yên derveyî xwe pêşî girêdayî xwe dike, piştre jî hildiweşîne û di hundirê xwe de dihêlîne, hêza kedê ne tenê di beşên diyarker de, encax û encax dibe ku bi giştî ji kalêrbûyinê bê derxistin – ev jî tê wateya ji holê rabûna şiklê hilberîna kapîtalîst. Berjewendiyên yekdestiyan ên ku li kara mezintirîn muqate ne, li xwe girtina razandina bi sermiyan a ku enerjiya venûker pêdivê asteng dike. Bi vê sedemê qeyrana avûhewa tenê û tenê bi hilweşandina desthilatiya çîna kapîtalîstan bi wateya xwe ya rast dibe pêşî lê bê girtin. Kapîtalîzm ji ber ku ne tenê girêdayî keda bi heq e, di heman demê de girêdayî keda nêrîna hundirê malê ye jî û eyn ji ber vê sedemê desthilatiya zilam dubare û dubare hildiberîne, şoreşa jinê jî encax dema ku bi hilweşîna kapîtalîzmê re hevrişiya dikare bibe mîsogeriya wekhevî û azadiyeke rast.
Pêwîst e em zanibin ji bo ku em yekdestiyan sînordar bikin em nikarin ji dewletên burjuvayî bawer bikin. Ji ber ku îflaskirina yekdestiyên hemû hêzên hilberînê û dewlemendiyên civakê kirine milkê xwe wê bi milyonan mirov an birçî û bêkar bihêle, heta bi dewleta burjuvayî ya herî sosyal-demokrat jî di qeyranan de wê neçar bimîne ku pêşî sermiyan xilas bike. Li hember zorlêkirineke berevajî vê, em bibêjin kî mînak baca sermiyanê, biryara malê dewletê kirinê û hwd. wê sazkar bi hemû milkên xwe di deriyên vekirî yên sînor re birevin herin an jî rasterast wê derbasî êrîşê bibin. Bi peyva “sînordarkirina sermiyan” hatina sosyal-demokratên Ewrupa ser desthilatiyê û di qeyrana 2008'an xilaskirina wan a çîna sermiyanê û bi polîtîkayên şdandina qayişan fatûreyên ev pakêtên xilaskirinê bi karker û kedkaran dayina wan di bîra me ya nêzîk de tomarkirî ye. Îro jî bi temamî heman rê tê girtin.
Şoreşa sosyalîst ji bo rizgariya mirovahiyê tekane rastîbîn rê ye
Madem ku zanistî û dîrok ji me re dibêje çîna ku sazgehan, erdan, bankan di destê xwe de digire wê biryara her tiştî bide; ev biryar wê neçar dijî me bin û ev çîn bi zagonan û hilbijartinan nikare bê sînordarkirin, wê demê ji jiyaneke mirovane vebijarkek tenê dimîne: Şoreşa sosyalîst a ku wê desthilatiya burjuvaziyê bi zorê bê hilweşandin û amrazên hilberînê wê bi zorê bên stendin û bên derbaskirin milkiyeta civakê. Di sosyalîzmê de hilberîn jî parvekirin jî ne ji bo kar ji bo civakê wê bên kirin, biryara çi, çi qasî, çawa û kengî wê bê hilberandin jî ji hêla civakê ve wê dikaribe bê stendin. Li cihê ku kar lê tine be wê qeyran jî tine be, wê hêza kedê ji kalêrbûyinê derkeve, wê xebitandina tam dikaribe bê dabîn kirin, berhemên me yên zêde wê neyên veguherandin borse yê wê dikaribin bên veguharandin razandinên ji bo fêda civakê. Weke jin daxwazên me yên wekhevî û azadî jî bi vî rengî wê bighêjin bingeheke daringî.
Dibe ku şoreş ji bo me gelekan weke xeyal tê. Lê tenê tiştekî ku xeyal e heye, ew jî ji kapîtalîzmê hêvîkirina avêtina gavên ji bo xweza û mirovan e. Heta bi sosyalîzma ku di mercên herî nekêrhatî de hatiye avakirin ji kapîtalîzma herî geşdar û herî demokratîk deh caran, sed caran hîn mirovhêztir e. Bê guman şoreş çalakiyeke dîrokî ya di pileya herî mezin de bi şîdet e ku çînek a din bi şiklekî bi xwîn li erdê dixe, bê milk dike û dipelçiqîne. Encax birçitî, xizantî, cihêkarî, deyn, zayendperestî, newekhevî, nîjadperestî, şewb, talan, zilm û zext, şer ên ku em jiyan dikin ji çalakiya şoreşger hîn hindiktir şîdetê nahewîn in. Şoreş, ji bo çîna karker an wê nebe çalakiya berdêl dayinê, wê bibe çalakiya berdêl bidin dayin.
Em destûr nedin ku tu kes me bixapîne. Yên ku ne nakokiya lihevneker a di navbera çînan de, hevkariya çînan bingeh digrin; yên ku rastiya pirsgirêk ne pirsgirêka polîtîkayên bi bandor ên aboriyê ne, pirsgêrêk pirsgirêka bidestxistina desthilatiya siyasî ye vedişêrin; yên ku ne ji karkeran re banga şoreşê dikin, ji sazkar û dewleta wan re banga tedbîr stendinê dikin; yên ku diêjin, em pergaleke cuda ya civakî dixwazin, lê nikarin bibêjin “sosyalîzm”, weke camidî ne berjewendiyên çîna karkeran û bindestan, berjewendiyên yekdestiyan diparêzin. Kapîtalîzm hildiweşe. Tiştê ku pêwîst e bê kirin ne sazkirina wê ye, kişandina beştên wê ye. Proleteryaya cîhanê pêwîst e bi bîrdariya ku şoreşa sosyalîst vebijarka tekane rast, aqilane û pêkan e ya li ber mirovahiyê ye rabe ser piyan, dest bi rêxistinbûna di partiyên xwedî angaşta şoreşê ne bike û ji şerê cenga dawîn ku wê ji hemû bindestan re pêşengtiyê bike û kapîtalîzmê bişîne gorê re amadekarî bike.
Karker û bindestên hemû welatan, bibin yek!
Document Actions